Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Netewiya Newroz


Related Images

Kurdistan Kurd Amed HQ      کورد Kurdish PKK Guerilla Kurdish YPG Fighter Kurdish PKK Guerilla Kurdish YPG Fighter Kurdish YPG Fighter Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerillas Kurdish YPG Fighters Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerillas Kurdish PKK Guerilla Kurdish YPG Fighters Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerilla Kurdish PKK Guerilla Yezidi YBŞ & PKK Guerilla Kurdish PDKI Peshmerga


License: Creative Commons - Attribution-Share Alike
Author: KURDISTAN🌟 كوردستان
Description:
Serokê Herêma Kurdistanê Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Cejna Netewiya Newroz û sersala Kurdî Bi navê xwedayê mezin û dilovan Xuşk û birayên ezîz! Kurdistaniyên xweşdiviyên li Kurdistan û li derveyî welat, pir bi dil pîrozbahiyeke germ li we hemûyan dikim ji bo Cejna me ya Neteweyî Cejna Newroza pîroz. Berî zêdetirê li 2500 sal Kurd raperî û dîktatoriyetê qebul nekir, ji wê rojê ve Kurd li têkoşîn û berxwedanê da bûye bi navê azadî û serbestî heta îro, eve gelek wate hildigrê wateya wê eweye ku em mîlletekî zîndîne û mîlletekîn bindestî û zordariyê ji kesek qebul nakîn, mîlletêkîn divê azad bîn û bi azadî bijîn, eve derseke ji bo me û hemû xelkên din. Xuşk û birayan! Li vê rojê da gelek daxwaz dikir, pêwendiyê dikirin ku li vê rojê da mizgîniyeke xweş û mezin bi hemû xelkê Kurdistanê rabigihînîn. Ez we dilniya dikim bi hêviya xwedê ew roj her dihêt ku wê mizginiyê li we rabigihînê, lê belê divê li demeke guncaw da bê, lê belê bawer bikin ku ew mizgînî her dihêt. Rêzdaran em bi demeke hestiyar de derbas dibin li van rojan de kabîneya heftem dest bi kar dibê û min gelek hez dikir hemû hêzên Kurdistaniyan têda beşdar bibin bi rikeber ve jî, lê belê diyare birayên rikeber biryarê dane ku beşdar nebin lê belê hêvîdarim weku awêneyek bin ji bo Hikûmeta Herêmê û kêmasiyên Hikûmetê nîşan bidin bi wê armanca ku gendelî nemînê, kêmasî nemînin û ezmûna me roj bi roj berev pêştir biçê. Her wekî ku gelek car min gotiye dibe ku me nêrînên cûda cûda hebê çend hizb û rêxistin bîn lê belê divê em hemû li jêr xêweta Kurdayetiyê bîn bi taybetî îro ku careke din dîsa Herêma Kurdistanê ketiye ber plan û êrîşa ne rewaya nehezan, gelek ji wan bi xeyalên xav hêviya xwe li ser ewe bestiye ku derz dirust bikin li nav hêzên Kurdistanê da lê belê eger bigihe wê radeyê ku tehdîdê li emniyeta Herêm û paşaroja Kurd û Kurdistanê bê kirin Kurd hemû yekin, hinek kes peyda bûn ku ez bi mixabinî ve bi êş û azarê ve elêm bê nan û nimekin ji ber ku ewê Kurd ji bo ewên din kiriye li ber çavê wan nemaye, rola Kurd gelek diyar û eşkereye Kurdistan herdem penagehek bûye ji bo lêqewimiyan û ji bo xelkê mezlum, ew çend kesê îro li Bexda bi zorê xwe sepandine ewên koçber bûn li Kurdistan û Kurdistan dergehên xwe ji bo wan vekiriye, îro qeyranekî ciddî heye li Iraq ku em dibêjîn qeyranekî ciddî heye dizanîn dibêjîn çi, me hewl daye herdem ku çawa xizmeta Kurdistanê bikîn wiha xizmeta birayên Ereb û birayên Turkmen û Aşûrî û Kildaniyan bikîn li hemû Iraqê me xwestiye xizmeta hemû Iraqê bikîn. Piştî rûxana rejima dîktatoriya li 2003 bi hemû şiyanekî ve me hewl da ezmûna Kurdistanê li cihên dinê Iraqê jî sûd lê bête wergirtin, mixabin wan sûd li ezmûna me wernegirt. Me gelek bi peroş ve hewl da nebê şer û gengeşeya tayfegerî û mezhebî û me got û em dibêjîn nabîn beşek ji wê gengeşeyê û me pê ne xweşe yek kurê Iraqî bête kuştin çi li Besra ya li Hewlêr ya li Bexda ya li Necef ya li her bajareke dinê Iraqî, em hemûyan bi kes û kar û xweşdiviyê xwe dizanîn. Lê belê hûn hemû jî dizanin ku rola Kurd rolekî serekî bûye li rûxandina rejîm û li dirûst kirina Iraqa nû, û bi taybetî berî du sal li damezrandina Hikûmeta niha ya Iraqê li gor peymana Hewlêr, eger rola Kurd nebûya xweda dizanê Iraq berev çi heldêrek ve diçû. Niha bi mixabinî çend kesekî kêm peydabûne hemû desthilata xwe îhtîkar kirine û îrhabiyekî fikrî dirust kiriye nabê kes rexne bigrê yan raya xwe bide eger na her dibin û dikevin nav êrîşên cûr bi cûr. Dema wê yekê hatiye hemû rastiyan ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo xelkê Iraqê bête rûn kirin bila bizanîn xîlafa me li ser çiye. Xîlafa me li ser eveye: - Yekem hevbendiye li hukim li navbera Kurd û Ereb (wate Erebên Şî'e û Erebî Sûnne) li gel rêzgirtin û beşdarî kirina mikunatên din ku eslen niha ew hevbendî wateyeke xwe nemaye. - Îltîzama bi destûr ku rojane mijulî wê destûrê dihête kirin. - Bi cîhkirina peymana Hewlêrê ku birastî hatiye pişt guh xistin û nehatiye bi cîhkirin. Bi mucered bi gihîştina wan ya li ser hukim hemû peyman ji bîra wan çû, destur li bîra wan çû, hevbendî li bîra wan çû ku eve elaqeya bi çarenûsa Iraq û hemû Iraqiyan ve heye her pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve tûne. Paşê em werin ser wan xîlafên ku navbera Herêm û wan desteya ku desthilatdar niha li Bexda ne. 1- Li ser Kerkûk û navçeyên veqetandî ku herdem xwe jê vedişêrin em gelek mirunetê bikaranî, û spasiya cemawerê xelkê Kurdistanê dikim ku we heta niha tehemulê kiriye, gihîştiye radeyek renge hûn guman bikin ku me bi ciddî hewl nedaye yan me kêmterxemî kiriye, me hewl daye û kêmterxemî jî nekiriye û lê belê me niyetekî pak pîşan daye û me xwest li rêya destûrê ve bê çareser kirin, Me wiha zanî xelk îhtirama peyman digrê, îhtirama îmzaya xwe digrê, li gor destûrê çareseriya wan pirsan hatiye dest nîşan kirin û bêguman eger li gor destûr nehatiba çareser kirin û niha jî bê çareser kirin em dipejirînîn, lê belê ne mumkîne em dev ji vê babetê bînîn ji ber meseleyekî li mebdeyî mebdeyeke dine ji bo me. 2- Meseleya Pêşmerge hemû dizanin Pêşmerge çi rolekî bûye ji bo hemû Iraq niha weku dijmin, dijminayetî Pêşmerge dikin eve pênç şeş sale her çi mîzaniya Pêşmergeye dizîne nahêlin bê bo Kurdistanê, li wê jî xeraptir ew çend kes li benda ewene bi firokeyên F16 ji bo wan bê bo ku carekî din şansa xwe li gel Pêşmerge biceribînin ve bi vê eqlîyetê ve hukma Iraqê dikin. 3- Meseleya neft û xaz li sala 2007 li meha şubata 2007 me îtîfaq kir li ser projeyek neft û xaz ku biçê Parlemen, eger heta meha 5 ê vê salê ji Parlemen derbas nebû em her du alî Herêm û Hikûmet dikarin uquda îmzayan bikin me li gor destûrê tu xîlafekî nekiriye neft û xaz mulkê Iraq û warîdata wê jî ji bo hemû xelkê Iraqe ku wate ji bo qanunek naşînîn Parleman lê belê her kompanyayek bê ji bo eweye peymanek li gel Herêmê îmza bike ew dîn dibin li Bexda dizanin eve desturiye, ne pirsgirêke ku ew peyman ne destûrîbin, lê belê çavê wan hilnayê û dijî ewene ku Kurdistan pêş bikevê, li gel wê peymanê xêra hemû Iraqê têda heye, em pabendîn ku ev warîdat ji bo hemû xelkê Iraqê, li gel ewe jî nahêlîn tu kompanyayek bê vir eger tehdîd nekin, eger zext nexin ser bi rêyên cûr bi cûr. 4- Xalekî din dirustkirina artêşeke yek milyoniye ku an jî bila yek nefer bê, li kuderê dinyayê heye yek nefer Serok Wezîr bê Qaidê Giştiyê Hêza Muselehe bê, Wezîrê Parastin bê Wezîrê Navxo bê, Serokê Muxaberat bê, Serokê Meclîsa Emnî Qewmî bê, doh jî nameyek çûye ji bo Banka Merkezî ku Banka Merkezî jî aidê wî bi xwe bê, çi ma ji bo xelkê din eger gelek wiha bizanê ku Şî'e razîne bi vê rewşê Şî'e berî Sunne û Kurd hatine îhmalkirin. Ji hemû nexweştir ew çend kes dixwazin wiha pîşan bidin ku Kurd helwesta xwe guheriye li Şî'e yaxud hevpeymaniya xwe guheriye, ew Şî'eyên em nasdikîn peyrewên Hekîm û Sadir ewin ku herdem li gel Kurd rawestane û herdem Kurd li gel wan rawestaye, Piştî niha jî hemû dem bi pêkve radiwestîn û li yek sengerîn û ewên ku îddîay ewe dikin ku bergirî li mafê Şî'e dikin bergirî kirin li mafê Şî'e bi wê nabê hevpeymanên Şî'e îhmal bikin bi vê nabê dijmin ji bo Şî'e zêde bikin bi vê nabê hesab ji bo xelkekî din nekin li Iraq, em dibêjîn Iraq ji bo me hemûyane ji bo Kurde ji bo Şî'eye ji bo Sunneye ji bo Turkmane ji bo Aşuriye ji bo Kildane ji bo hemû xelkê Iraqe her kes li gor hecma xwe li gor rewşa xwe. Bi wê xizmeta Şî'e dikin ku xizmet ji bo Şî'eyan teqdîm bikin emn û asayîş ji bo xelkê Iraq temîn bikin, we çi kiriye ji bo Iraq? fermo bila em hemû hesaban bixîn ser masa. Em pabendîn bi hevpeymaniya xwe ya li gel birayên Şî'e lê belê neku li gel van çend neferan ev çend kes ku hemû desthilatekî îhtîkar kiriye û hesab ji bo tu kesekî din nakin, û ez bawerim ku Şî'e berî Kurd û Sunne ne razîne ji vê rewşê. Xuşk û birayên birêz: Dema ewe hatiye bibêjîn êdî bese, Iraq berev heldêr diçê, mijule çend kesek hukma Iraqê berev dîktatoriyetê bibin, Iraq qeyranekî cîddî daye. Bi nîsbeta me bi tu awayekî berdewambûna vê rewşê qebul nakîn. Ji bo wê yekê daxwaz ji rêberên hemû hizb û aliyê siyasiyên Iraqê û hemû Iraqê dikim demeke zû de rûnin û lezgînî çareseriyek ji bo vê rewşê peydabikin û li demeke kurt çareseriya vê rewşê bikin nexwe em vedigerîn mîlletê xwe û biryara dawî mîlletê me dide paşê bila kes gileyî neke. Li dawiyê de silav ji bo giyanê bi hemû şehîdên Iraqê dişînim, şehîdên Kurd û Kurdistan, û hemû şehîdên rêya rizgariyê li seranserê cîhanê, carekî din Newroza we pîroz bê û gelek spasiya we dikim.

Credit:

Select Image Size
Square 75X75 View Download
Large Square 150X150 View Download
Thumbnail 100X67 View Download
Small 240X160 View Download
Small 320 320X213 View Download
Small 400 400X267 View Download
Medium 500X333 View Download
Medium 640 640X427 View Download
Medium 800 800X533 View Download
Large 960X640 View Download
Original 960X640 View Download